Li Serê Kaniyê erebeyeke bombebarkirî teqiya

Îro li Serê Kaniya dagirkirî erebeyeke bombebarkirî teqiya û di encamê de kuştî û birîndar çêbûn.

Li bajarê Serê Kaniyê yê dagirkirî erebeyeke bombebarkirî teqiya.

Teqîn li nêzî sûka sebzeyan ya li ser rêya bajarokê Til Xelef pêk hat.

Li gorî nûçeya ANHA’yê di emcama teqînê de kuştî û birîndar çêbûne û di nava wan de sivîl jî hene.

Ev teqîn piştî tevlîheviyên ku ev du roj in navbera eşîra El-Qeracînê û çeteyan li herêmê derketine, pêk hat.

Çavkaniyên herêmî ji ANHA’yê re destnîşan kirin ku xelkê sivîl yên li bajêr di nava tirs de dijîn, ji ber ku rewşeke bê serûber yê ewlehiyê heye.

Back to top button