Şêniyên Kobanê şehîd Silêman Osman oxir kirin

Şêniyên kantona Kobanê cenazeyê Ş. Diyar Şehba bi merasîmekê oxir kirin. Di heman demê de, nasnameya şehîd Sulava Şêx Mihemed jî hate eşkere kirin.

Şervanê QSD`ê Silêman Osman (Diyar Şehba) di qezayekê de li nêzî Bendava Tişrîn şehîd bû.

Bi sedan şêniyên Kobanê, cenazeyê şehîd bi merasîmekê li Goristana Ş. Dijle ya Kobanê oxir kirin.

Piştî rêzgirtinê, kesên axivîn dan zanîn ku, divê destkeftiyê ku bi xwîna şehîdan hate bidestxistin, werin parastin.

Her weha bal kişandin ser têkoşîna li dijî dagirkeran û rizgarkirina herêmên dagirkirî.

Piştî axaftinan, cenazeyê Ş. Diyar di nava tilîliyên dayîkan de, hate veşartin.

Di heman demê de, nasnameya gerîlaya YJA-STAR’ê Zinarîn Zinar ku li çiyayên Kurdistanê şehîd bûye, hate eşkerekirin.

Back to top button