Dagirkeran li Efrînê sivîlekî 40 salî revandin

Li Efrîna dagirkirî, dewleta Tirk û çeteyên wê sûcên xwe yên hovane li dijî Efrîniyan didomînin
Dagirkeran li navenda Efrînê sivîlekî ji navçeya Şêrewa revand û di girtîgehê de sivîlekî ji navçeya Raco jî kuşt.

Li Efrîna dagirkirî, her diçe sûc û hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî sivîlan zêd dibin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ragihand ku 29’ê Kanûna derbas bûyî, çeteyan şêniyê bi navê Azad Cemîl Nebo (40) yê ji gundê Basilê yê Şêrewa revand.

Çeteyan Azad ji Taxa Sînai ya navenda Efrînê revand û heya niha çarenûsa wê ne diyar e.

Dagirkeran sivîlekî ji navçeya Raco di bin êşkenceyê de kuşt

Di vê çarçoveyê de Rêxistinê diyar kir piştî girtina zêdeyî du salan, çeteyan 4 sivîl ji malbatekê yên ji gundê Dargirê yê Mabata berdan.

Îlona 2018’an, çeteyan bi bihaneyên ne-rast şêniyên bi navê
Mihemed Nur Hecî Mistefa(55),

Diyar Hecî Mistefa (25),

Ebid El-Ezîz Mistefa (52) û hevjîna wî

Rûşan (37) revandin.

Beriya hefteyekê jî, çeteyan du bira bi navê Hisên Mihemed Cero û Enwer Mihemed Cero yê ji gundê Bedîna yê Reco piştî du salan, berdan.

Rêxistinê diyar kir ku dema girtina her du bira, kesekî din bi navê Aslan Sîno bi wan re hatibû girtin.

Hat zanîn ku çeteyan di girtîgehê de Aslan bi giranî êşkence kir û kuşt.

Back to top button