Pentegon biryara hilberîna serhev ya F-35’an paşde xist

Wezareta Parastinê ya Amerîka Pentengonê hilberîna serhev ya balefirên F-35 bipaşde xist.

Biryara ku ji aliyê Sekretera kirîn û firotinê ya Wezareta Parastinê ya DYA’yê Ellen Lord ve hatî girtin, ji aliyê berdevka wê Jessica Maxwell ve hate ragihandin.

Jessica Maxwell weke sedem jî vîrûsa Corona û xebatên teknîkî nîşan da.

Maxwell diyar kir ku dema hilberîna serhev heta demeke nediyar hatiye paşdexistin, lê ji bo hilberînên kêm jî xebat wê weke berê bidomin.

Ev nêzî 3 salin Pentegon ji bo çavlêkirina balefirê di rewşên şer de ceribandinan dike, lê ji ber vîrûsê ev yek jî demek bû hatibû rawestandin.

Bi vî awayî Pentegon, 398 milyar dolar yê ji bo hilberîna serhev ya balefirê veqedandibû, rawestandiye.

Têkildarî biryara hilberîna serhev ya F-35’an êdî biryar wê bikeve destê rêveberiya Joe Biden ku wê 20’ê Çile serokatiya Amerîka ji Trump dewir bigre.

Back to top button