Li Silêmaniyê teqîn, endamekî Asayîşê birîndar bû

Li parêzgeha Silêmaniyê a Başûrê Kurdistanê bombeyek bi endamek asayîşê ve teqiya û birîndar bû.

Li navçeya Seyiqsadiq a Silêmaniyê îro di danê nîvro hejmarek ciwan li nêzî gundê Berdereşê ya Seyiqsadiq ala çeteyên DAIŞ’ê ku hatibû bilindkirin, dibînin.

Piştî ku alê dibînin hêzên asayîşê ji bûyerê agahdar dikin.

Piştî ku hêzên asayîşê gihîşt in cihê bûyerê, di dema rakirina ala DAIŞ’ê de bombe bi yek ji endamên asayîşê ve teqiya û birîndar bû.

Back to top button