Xertûm: Herêmên sînorê Sûdan-Etyopya tevahî hatine kontrolkirin

Sudanê ragihand ku hêzên wan herêma El Fuşga ya di keve xaka Etyopyayê jî di nav de tevahî sînorê navbera Sudan-Etyopyayê kontrol kirine.

Wezîrê Derve yê Sûdanê Omer Kameruddîn doh di daxuyaniya çepemeniyê de ragihand ku artêşa Sûdanê kontrola tevahî sînorên bi Etyopyayê re xistiye destê xwe.

Kameruddîn diyar kir ku li nêzî sînorê navnetewî yê herdu welatan aloziya navbera aliyan de dewam dike.

Wezîrê Derve yê Etyopyayê ji ber kiryarên Sûdanê bertek nîşan da û bi êrîşa li dijî welat tewambar kir.

Kameruddîn her çiqasî zêde guh bi van daxuyaniyan nedabe jî got:

Em helwesta xwe, hikumet û mafê xwe tînin ziman.

Piştî 13 salan hêzên NY ji Sûdanê vekişiyan

Di vê navberê de, piştî 13 salan NY dawî li erka hêzên xwe yên li herêmê anî.

Di daxuyaniya NY ya li ser mijarê hatî dayîn de hate gotin,

Ji niha û pêde wan erka parastina sivîlan radestî artêşa Sûdanê kirine.

Back to top button