LI EFGANISTANÊ LEHÎ RABÛYE Û HERÎ KÊM 20 KES MIRIN

Li eyaleta Kandaharê ya Efganistanê, di encama barana zêde de lehî rabû.
Hate ragihandin ku herî kêm 20 kes mirine.

Buroya Koordînasyona Karên Mirovî ya Netewên Yekbûyî (OCHA) diyar kir, ji ber baranê li hin navçeyên eyaleta Kandaharê lehî rabû.

Li gorî buroyê herî kêm 20 kes ji ber lehiyê mirine û zarok jî di nav de 10 kes winda bûne.

Her wiha li bajarê Kandaharê jî, di nav de li navçeyên wê ziyan li nêzî 2 hezar avahiyan bû û binesaziya herêmê zerareke giran dît.

Alîkarê Waliyê Kandaharê eşkere kir ku lehiya li herêmê rabûye ya herî dijwar a heft salên dawî ye.

Ji lehiya ku şeva Înê despêkirî heta niha artêşa Efganî 400 malbatan xelas kiriye.

Leave a Reply

Back to top button