Dr. Perwer Silêman ê ku ji bo şopandina pêketiyên vîrusa Koronayê kedeke mezin da ji aliyê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hat xelatkirin.
Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojilatê Sûriyê Dr.Ciwan Mistefa îşev Dr. Perwer Silêman ê pisporê rewşên Awarte û Lê-nihêrîna Giran ango (Înayê El-Muşededê) li avahiya Gerînendetiya Tenduristiyê ya Dêrikê pêşwazî kir.
Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê plaketa spasiyê diyarî Dr. Perwer Silêman kir.
Dr.Ciwan Mistefa spasiya Dr.Perwer Silêman kir û got:
Di vê pêvajoya zehmet de Dr.Perwer Silêman hat Rojava û alîkariya kesên ku bi vîrusa Koronayê dikevin, dike.
Her weha anî ziman ku ew hêvîdar e hemû doktorên li derveyî welêt bi erka xwe rabin û alîkariya şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin.
Dr. Perwer Silêman jî spasiya Desteya Tenduristiyê kir ku, pê re bûn alîkar.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Dr. Perwer Silêman li derveyî welêt bû, 11`ê Mijdara sala derbasbûyî berê xwe da Bakur û Rojhilatê Sûriyê da ku alîkariya şêniyên herêmê bike.