Evîn Cuma: Dewleta Tirk li Serê Kaniyê malbatên DAIŞ’î bi cih dike

Hevseroka Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê Evîn Cuma destnîşan kir ku dewleta Tirk ji bicihkirina malbatên çeteyên DAIŞ’ê li Serê Kaniyê parçekirina xaka Sûriyê û tevlîkirina wê ji xaja xwe re ye. Evîn Cuma, da zanîn ku zêdetirî 400 malbatên Iraqî li Serê kaniyê hatin bicihkirin.

Weke çawa li Efrîn û herêmên din ên dagirkirî guhertina demografî pêk anî, niha dewleta Tirk li Serê Kaniyê heman siyasetê pêk tîne.

Piştî bi darê zorê şêniyên resen ên Serê Kaniyê da koçberkirin, li şûna wan malbatên DAIŞ’î bi cih dike.

Herî dawî jî, 23’ê Kanûna borî meclisa herêmî ya dagirker ragihand ku ew ê nasnameyan bidin malbatên Iraqî ên li bajêr.

Hevseroka Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê Evîn Cuma, da zanîn ku beriya demekê zêdetirî 400 malbatên Iraqî ji aliyê dewleta Tirk ve li Serê Kaniyê hatin bicihkirin.

Di 13ê Cotmeha 2019’an de Rêveberiya Xweser ragihandibû ku 785 çeteyên DAIŞê bi alîkariya dewleta Tirk a dagirker ji kampa Eyn Îsayê reviyane.

Evîn Cuma diyar kir ku malbatên çeteyên DAIŞê yên bi alîkariya Tirkiyê ji kampê reviyan li herêmên dagirkirî hatin bicihkirin.

Evîn teqez kir beriya ku dewleta Tirk Serê Kaniyê dagir bike, tenê du malbatên Iraqî li wir hebûn, ew jî di dema êrîşên dewleta Tirk de ji herêmê derketin.

Ebû Mezel Cebir welatiyê Iraqî berê li Serê Kaniyê bû

Ez Iraqî me, ji bilî me ti malbatên iraqî li Serê Kaniyê tune bûn.

Ew çeteyên niha li Serê Kaniyê ne, ew DAIŞ in..

Ew ji kampa Holê û Eyn Îsa derbasî bajêr bûne.

Evîn Cuma: Dewleta Tirk zêdetirî 400 malbatên Iraqî li Serê Kaniyê bi cih kirin

Hevseroka Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê destnîşan kir ku dewleta Tirk bi vê yekê tenê dixwaze demografiya herêmê biguherîne, û wan herêman ji xaka Sûriyê qut bike.

Evîn Cuma anî ziman ku dewleta dagirker dixwaze nexşeya Sûriyê biguherîne û şêniyên resen ji herêmên wan bide koçberkirin, ev jî binpêkirina mafên mirovan e.

Di demên dawîn de, hebûna çeteyên DAIŞê û malbatên wan li Serê kaniyê eşkere bû. Ev yek herî dawî di xwepêşandanekê de ku alên DAIŞ’ê hatin bilindkirin, diyar bû.

Back to top button