Navên gundên Mêrdînê yên bi tîpên Kurdî bi yên Tirkî tên guhartin

Desthilatdariya Erdogan, di çarçoveya siyaseta xwe ya qirkirin û helandinê de, li Mêrdînê dest bi guhartina tîpên taybet ên navên gundên bajêr kiriye. 

Li gorî malpera Ehwal, Şaredariya navçeya Artuklu ya Mêrdînê navên taybet ên giştî gundên Kurdan ku bi tîpên kurdî nivîsî ne diguhêre û bi tîpên Tirkî dinivîse.

Dewleta Tirk bi behaneya sererastkirina navên şaş, tabloyên rê û gundên Kurdan diguhêre.

Ji sala 1980 û heta 1991’ê ve, bikaranîna zimanê Kurdî li cihên giştî qedexekirî bû.

Niha jî, Tirkiyeya dagirker heman tiştî dubare dike, bi taybet piştî ku dest danî ser piraniya şaredariyên Kurdan û qeyûm li şûna wan bi cih kirin.

Back to top button