Artêşa Tirk navçeya Eyn Îsayê topbaran kir, du sivîl birîndar bûn

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê derdora navenda navçeya Eyn Îsayê û cihê Lîwaya 93’an a hêzên hikumeta Şamê bi çekên giran topbaran kirin. Di encama topbaranê a li ser navçeya Eyn Îsayê 2 sivîl birîndar bûn.

Êrîşên dagirkeriyê yên li ser herêmên bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dikin.

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê derdora navenda navçeya Eyn Îsayê û cihê Lîwaya 93’an bi çekên giran topbaran kirin.

Di encamê de jina bi navê Letîfa EL-Şedad 45 salî û ciwanê bi navê Qusey Hesen (23) birîndar bûn.

Birîndar rakirin nexweşxaneyên navçeyê.

Gundên Eyn Îsa û rêya M4 hatin topbaran kirin 

Artêşa Tirk a dagiker û çeteyên xwe di seatên nîvro de jî, gundê Hoşan yê navçeya Eyn Îsa û rêya M4 bi dijwarî topbaran kirin.

Di encamê de, trekseke sivîlan ji ber topbaranê, zirar dît.

Şevê din jî, leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, gundê Um Edese yê dikeve bakurê bajarê Minbicê topbaran kirin.

Çeteyên dagirker ji baregeha xwe ya “Yaşîlî” 19 topên obusan avêtin gundê Um Edesa.

Di heman demê de, artêşa Tirk Gundê Şêx Hilal ê navçeya Til Rifet û gundên Meranaz û Şewarxa yên Şera ya Efrînê jî bi dijwarî topbarankiribûn.

Back to top button