Gerîla Sema Koçer li dijî kirinên dewleta Tirk û tecrîda girankirî ya li ser rêber Ocalan çalakiyek fedayî pêk anî. Di vê çalakiyê de 30 leşkerên Tirk hatine cezakirin.
Li dijî êrişên faşizan ên dewleta Tirk û tecrîda girankirî ya li ser rêber Ocalan, Gerîla Sema Koçer, li navçeya Bazida Agiriyê çalakiyek fedayî pêk anî.
Çalakî 31’ê Adarê saet 05:00 de li nêzî deriyê sînor ê Gurbû-lakê yê navçeya Bazîdê ya Agiriyê, li dijî artêşa Tirk a dagirker ku li ber lûleya gaza xwezayî bû, pêk anî.
Di çalakiyê de 30 leşkerên Tirk hatine cezakirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku hevriya wan Sema Koçer çalakiyek fedayî pêk anî.
Di daxuyaniyê de wiha tê gotin;
“Pêngava Serketî ya Şoreşgerî li Eyaleta Serhedê dewam dike.
Hevrêya me Sema ku li dijî hêzên dijmin şer kir, li 5 wesayitên zirxî û tevî lûleya gaza xwezayî teqand û bi temamî îmha kir.
Zêdeyî 30 ji leşkerên dijmin hatin cezakirin û bi dehan leşker jî birîndar bûn.
Ev çalakî ji bo bîranîna hevrê Şehîd Alî Piling, Çîçek Botan û Dilgeş Botan hate lidarxistin.”
Gerîla Sema heta kêliya dawî ya jiyanê têkoşîn kir û bi qehremanî gihîşt asta şihadetê.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê sersaxî ji malbat û gelê kurd re xwest û soza bicihanîna armancên hevriya xwe dan.