Efrîn..Dagirkeran şêniyekî ji eşîra El-Imêrat revand 

Artêşa tirk û çeteyên wê li navenda Efrînê û Mabata du sivîl revandin. Ji bo belavkirina fikrên tundrew, dagirker şêniyên gundên Efrînê di bin gefa çekan de neçarî nimêjê dikin.

Rêxsitian Mafên Mirovan a Efrîn-Sûrî ragihand ku 8’ê Kanûnê çeteyan şêniyê bi navê Hesen El-Casim (64) yê ji eşîra El-Imêrat revand.

Rêxistinê da zanîn ku çeteyan beriya du rojan ji berdan keça wî ya bi navê Heyva ku bi tawana danûstendina bi kurên xwe re yên li derveyî Efrînê, revand.

2018’an, çeteyan Heyva bi tewnaên ne-rast revandibû.

Heyva yek ji 11 jinên ku di dîmena girtîgeha çeteyan ku hatibû belav kir de diyar bûbû.

dagirkeran ji navenda Efrînê keçeke 13 salî revand 

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Sûrî ragihand ku çeteyan keçeke 13 salî beriya mehek û nîv ji mala xwe ya li taxa Zêdiyê ya Efrînê revand.

Rêxistinê diyar kir ku ji bo ewlehiya wê navê wê eşker nakir.

Keça 13 salî zedeyî carek hatibû revandin û rastî destdirîjiyên tund hatibû.

Hat zanîn jî heta niha çarenûnsa wê nediyare.

Ji gundê Avrazê yê navçeya Mabata çeteyan şêniyê bi navê Emîn Memo (47) beriya 4 Mehan revandibû.

Dagirker di bin gefa çekan de şêniyan neçarî nimêjê dikin 

Li aliyê din, ji bo qirkirina mîrasa olî ya Efrînê û di bin serperiştiya dewleta Tirk de kiryarên DAIŞ’ê li Efrînê dudera dibin.

Çeteyan şêniyên gundê Şêxûtka, Emara, Omer Simo, zeytûnakê, Kirdo, Ebûdan û Meydankê di bin gefa çekan de neçar dikin ku nimêja roja Înê û yên din li mizgeftê bikin.

Her weha kurdan bi gawirî û kafir bi nav dikin.

Her kesê ku neçe mizgeftê yan fêrî nimêjê nebe tên girtin.

Li navçeya Mabata yên ku piraniya şêniyên wê Elweî ne, rêxistina Ixwan El-Mislimîn ji bo belavkirina fikrên xwe yên tundrew ji jin û zarokan re perwerdeyan didin.

Back to top button