Pênciwênî: Tevî girîngiya navçeya me ya borî, em ti xêrê jê nabînin 

Xelkên navçeya Pênciwên ya Başûrê Kurdistanê bi çalakiyekê bang kirin ku pirsgirêkên wan yên xizmetguzariyê werin çareserkirin û derfetên kar werin avakirin.

Çalakvanan ragihand ku ger daxwazên wan pêk neyên, ew ê deriyê Başmax ê li navçeyê bigrin.

Komek çalakvanên navçeya Pênciwên a Silêmaniyê îro bi daxuyaniyeke çapemeniyê daxwaza mafê xelkê Pênciwênê kir.

Çalakvanan destnîşan kir ku herêma Pênciwên ji ber deriyê navnetewî yê Başmax û Seyranben yên navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê de, xwedî hebûnek stratejî ya aborî ye.

Hat diyarkirin ku tevî girîngiya navçeya Pênciwên ya aborî, lê mixabin niştecihên wê ti xêrê jê nabînin.

Pênciwênî: Ger daxwazên me pêk neyên, em ê deriyê Başmax bigirin

Xelkên Pênciwên xwestin ku pirsgirêkên wan yên ceryanê, nefta malan, beşa tenduristiyê were çareserkirin û derfetên kar jî werin avakirin.

Hat ragihandin ku ger daxwazên wan pêk neyên, ew ê rêya sereke ya deriyê Başmax li trafîkê bigrin.

Back to top button