Li Îranê merasîma bîranîna Qasim Silêmanî pêk hat 

Di navbera Îran û Amerîka de, alozî di asta herî jor de ye. Di salvegera yekem ya kuştina Fermandarê Feyleqa Qudusê Qasim Silêmanî û Fermndarê hêzên Heşda Şebî Ebû Mehdî El-Muhendisî hêrsa li dijî Amerîka zêde bû.

Di merasîmên li Iraq û Îranê de, banga tolhildanê hate kirin.

Îro tam salek li ser kuştina Fermandarê Feyleqa Qudusê Qasim Silêmanî û Fermndarê hêzên Heşda Şebî Ebû Mehdî El-Muhendisî re derbas bû.

Lê tevî vê hêrsa dinavbera Îran û Amerîkayê de qet kêm nebû.

Gefxwarin û bangên tolhildanê nîşanya kurbûna aloziya navbera aliyan dide xuyakirin.

Li bajarê Kerman yê Suleymanî merasîma bîranînê hate lidarxistin.

Di merasîmê de tevî malbat, di asta herî jor ya rêveberiya rejîma Îranê de başdarî hebû.

Li paytexta Iraq Bexdayê bi hezaran kes li kolanan bûn 

Li Iraqê hêrsa li dijî Amerîka zêde bû.

Li paytext Bexta bihezaran kes bi hildana wêneyên Suleymanî li qada Tehrîr kom bûn.

Di xwepêşandanê de bê navber sloganên li dijî Amerîka hatin gotin.

Xwepêşandanê heta saetên şevê dewam kirin.

Back to top button