Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê: Dagirker di sala 2020’an de 58 sivîl kuştin û 987 sivîl revandin

Di çarçoviya sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrîna dagirkirî de Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê- Sûrî bîlanço eşkere kir.Rêxistinê diyar kir ku dagirker di nav vê salê de 58 sivîl kuştin û 987 sivîl revandine.

Her weha di nav sê salên dawî de jî 7 hezar û 343 sivîl hatin revandin û zêdetirî 604 sivîl hatin kuştin

Ji bo salvegera 3. a êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser Efrînê tenê çend roj mane.

Di derbarê sûcên dewleta Trik û çeteyên wê li dijî Efrîniyan, Rêxistina Mafên mirovan a Efrînê – Sûrî daxuyaniyek da.

Rêxistinê diyar kir ku dewleta tirk ji despêka êrîşên dagirkeriya xwe ya li ser Erfrînê, bi pêkanîna sûcên dermirovî li dijî sivîlan pêktîne û hewl dide demgrafiya Efrînê biguhêre.

Rêxistinê da zanîn ku ji 18’ê Adara 2018’an û heta niha zêdeyî 300 hezar sivîl hatin koçber kirin.

Li şûna wan jî zêdeyî 400 hezar kesên ku dewleta Tirk ji deverên cuda yên Sûrî anîne, lê bicihkirin.

Rêxistinê xuya kir ku ji bilî kuştin, revandin û destserkirina malên Efrîniyan dagirker ji bo malbatên çeteyan kamp ava kirin.

Her weha berhemên zeytûnan talankirin û gelek daran birîn û şewitandin.

Di daxuyaniyê de sucên dewleta tirk ya li Efrînê ku di nava sala 2020’an de kirî hate eşkerekirin.

Li gorî vê;

9 jê jin 58 sivîl hatin kuştin.

92 jê jin 987 sivîl hatin revandin

10 jê jin 26 sivîl hatin berdan

50 cihên şênwarî hat dizîn û talankirin

Zêdeyî 72 hezar dar hatin birîn.

250 malên Efrîniyan hatin desteserkirin.

39 teqîn pêk hatine, zêdeyî 170 kes hatin kuştin û birîndar kirin.

Rêxistinê diyar kir ku di nav sê salên dawî de jî, dagirker 7 hezar û 343 sivîl revandin û zêdetirî 604 sivîl kuştine.

Di dawî de rêxistinê bang li rêxistinên mafên mirovan û NY’ê kir ku erkên xwe yên exlaqî û mirovî pêk bînin û zext li Tirkiyê bikin da ku hêzên xwe ji axa Sûriyê vekşîne û koçber vegerin malên xwe.

Back to top button