Salvegera 5. a şehadeta sê jinên tekoşer li Silopiyê

Pakîze wekî Sêvê û Fatma bi sekn, hewldana xwe bû mînak. Dayîka Pakîzeyê Behiye diyar kir ku her sê jin bi zanebûn armanc hatin girtin û got: “Heta ku em hebin em ê li ser şopa zarokên xwe bin.” Hevala Pakîzeyê Fehîme jî diyar kir ku her sê jin li pey xwe mîrateyek hiştin. 

Pakîze Nayir, Sêvê Demîr û Fatma Uyar her sê siyasetmedarên kurd, 4 sal beriya niha di dema qedexeyên derketina derve ya li Silopiyê de hatin şehîdxistin.

Têkoşîn û berxwedana her sê jinan hêj jî di dilê her kesî de ye.

Pakize Nayir û hevalên xwe li dijî qedexeyan 79 rojan li ber xwe da.

Pakîze ji roja despêkê heta dawiyê jî bi telefonê agahiyên rojane ji raya giştî re ragihand.

Pakîze digot “Ger Botan qezenc bike mirovahî jî dê qezenc bike.”

Pakîze li Sîlopiya Şirnexê ji dayîk dibe û di temenê biçûk de berpirsyariya aborî ya malbatê girt ser milê xwe.

Bi vî awayî ew hem dixebitî û hem jî Hevserokatiya Meclisa Gel a Silopiyê dikir.

Dayîka Pakîzeyê, Behiye Nayir û hevalên wê behsa berxwedan û têkoşîna Pakîzeyê kirin.

Behiye, anî ziman ku li ku derê kar, xebat û bernameyek hebûya ew diçû tevlî dibû.

Behiye, hesa kêliyên berxwedana Pakîze û hevalên wê di dema qedexeyê de kir.

Dayê Behiye da zanîn ku Pakîze ji bo Sêvê xilas bike li parlamenteran digere û dibêje:

‘hevala me birîndar e emê bibin nexweşxaneyê’

Dewlet roja piştî wê ambolansê dişinin û dibinin ku 5 gule Pakîzeyê ketiye û ew hatiye şehxistin.

“Sê jin li Parîsê û sê jin li Silopî, jinên berxwedêr dibin armanc”

Behiye, destnîşan kir ku çawa sê jinên kurd li Parîsê hatin şehîdxistin, li Silopiyê jî sê jinên kurd hatin şehîdxistin. Ev sê jinên kurd bi zanebûn hatin armanckirin û wiha got:

Em êdî şer û mirinê naxwazin. Em dixwazin xweşî bê ser vê cihanê.”

Endama TJA’yê Fehîme Saruhan jî diyar kir ku di nava civakê de Pakîze bi hewldan û nêzîkatiya xwe gelekî dihat hezkirin.Dema qedexeyan de bang li gel dikir û morel dida gel. Ji me jinan re mîrasekê hîşt.”

Back to top button