
Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi biryare ku bajarê Minbicê ji şaneyên razayî yên çeteyan paqij bike.
Divê çarçovey de meclisa leşkerî şaneyek din a çeteyan dema dixwestin qetînekê pêk bînin girtin.
Serokê û endamên şaneyê li xwe mukir hat ku ew bi hin komên çeteyên dewleta Tirk ên binavê Mertala Firatê re dixebitin, da ku çalakiyên terorîstane li Minbicê Pêk bînin.
Komên çeteyên dewleta tirk ên binavê Mertala Firatê dixwazin bi rêya hin sîxuran ewlehiya bajarê Minbicê xera bikin û bajar weke ciheke ne aram bidin nîşankirin.
Yekîneya Antî Terorê yên girêdayî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê şaneyek razayî a çeteyan dema di amadekariya teqînekê de bûn ew girtin.
Navendê bi daxuyaniyekê nivîskî têkildarî girtina vê şaneyê agahî dan û wiha got;
Endamên şaneyê beramberî her karekî çetewarî pere ji wan komên çeteyên dewleta tirk werdigirtin.
Yekîneya Antî Terorê yên girêdayî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê di encama lêkolînin demdirêj de, ev kom şopandin û cihên wan nas kirin.
Piştî şopandin û lêgerîna Yekîniyê hate kifişkirin ku van şaneyên fermandarên leşkerî yên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, kiribûn hedefên xwe.
Di encama lêpirsîn û lêkolînê de cihên van koman her wiha cihê teqemeniyên ku dê bikar bînin hate naskirin.
Navên 3 endamên çete wiha ye:
Abdulhenan Elî Ehmed bi nasnav Ebû Elî serokê şaneyê.
Weke erka ku ji bo wî hati diyarkirin teqandina mayînan û kuştina fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê.
ABDULHENAN ELÎ EHMED
EBÛ ELÎ
SEROKÊ ŞANEYÊ
Abduletîf Mihemed Mela bi nasnav Ebû Cemal Hevparê şaneyê.
Weke erka ku ji bo wî hatiye diyarkirin veşartina teqemeniyan û damanceyên bê denge.
ABDULETÎF MIHEMED MELA
EBÛ CEMAL
HEVPARÊ ŞANEYÊ
Mihemed Xelef Silêman El-Celî hevparê şaneyê.
Weke erka xwe ya sereke jî çandina mayînan û bicihkirina wan bû.
MIHEMED XELEF SILÊMAN EL-CELÎ
HEVPARÊ ŞANEYÊ
Di dema oparasyona taybet ya girtina vê şaneyê de komek çek li ser wan hatin girtin.