Li ser rêya Şam-Reqa 9 kes hatin kuştin, ji wan 7 leşkerên hikumeta Şamê ne

Li ser rêya Şam û Reqayê 9 kes, di nav de leşkerên hikumeta Şamê jî hene hatin kuştin.

Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku şeva Yekşemê, çeteyên DAIŞ’ê kemînek li ser rêya Şam û Reqayê, vegirtibû.

Di nav de, zarokek, 9 kes hatin kuştin ji wan 7 leşkerên hikumeta Şamê ne û herî kêm 16 kes bi giranî birîndar bûne, jê 4 sivîl in.

Pêncşema borî jî, DAIŞê li ser rêya Dêra Zor û Homsê êrîşeke pêk anîbû û di encamê de 39 leşkerên hikumetê kuştibûn.

Back to top button