Embarên xazê teqiyan..10 kes birîndar in

Li ser sînorê Sûriyê-Libnanê di embarên sotemeniyê de teqîn çêbû. Birîndar jî hene.

Li gorî artêşa Libnanî, teqîn li navçeya Qesr a Hirmil a li ser sînorê Sûriyê-Libnanê rû daye û ji ber embarên gaz û benzînê yên malbata El Ubeyd pêk hatiye.

Artêşê teqez kir ku tu ziyan negihaştiye leşkerên wan.

Lê Xaça Sor a Libnanê ragihand ku wan 3 tîm şandine wir û herî kêm 10 kes hatine birîndarkirin.

Back to top button