TJK-F’ê ji bo çalakiyên 6 û 9’ê Çileyê banga tevlîbûnê kir

Kurdistaniyên li Ewropayê xwe amade dikin ku di salvegera 8’an a Komkujiya Parîsê de, li her cihî çalakiyên şermezarkirinê li dar bixin. TJK-Fransayê ji bo çalakiyên 6 û 9’ê Çileyê banga tevlîbûnê kir.

Çalakgera Tevgera Jinên Kurd a li Fransayê TJK-F Nûpel Mûnzûr, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bi rêzdarî bi bîr anî.

Nûpel Mûnzûr diyar kir ku komkujiya Parîsê ji aliyê MÎT’ê ve hate plankirin û bicihanîn û tiliya dewleta Fransayê jî tê de heye.

Nûpel anî ziman ku ew ê îsal bi dirûşma “Yê ku fermana Komkujiya Parîsê da Erdogan e, bila bê darizandin” li qadan bin û diyar kir ku wê 6-9’ê Çileyê çalakiyên bîranînê li dar bixin.

Çalakgera TJK-F’ê bang li Kurdistaniyên li Ewropayê û bi taybet yên li Parîsê kir ku bi xurtî tevlî çalakiyan bibin.

Back to top button