Çalakiya Şengaliyan di roja 34’an de dewam dike

Çalakiya “Em hemû Asayîş in” a destekdayîna Asayîşa Êzidxanê, derbasî roja 34’an dibe.

Çalakvan, çalakiya xwe ya konvedanê li pêşiya Navenda Asayîşê Şengalê bênavber didomînin.

Şêniyên bajêr jî, rojane kom bi kom serî li konê berxwedanê didin û piştgiriya çalakiyê tînin zimên.

Şengaliyan gelek caran daxwaziyên xwe pêşkêşî hikûmeta Iraqê kirine, rayedar jî heta niha ti bersiveke erênî nedaye.

Li ser vê yekê, çalakvan bi-rijd in ku çalakiya xwe heta pêkanîna daxwaziyan bidomînin.

Back to top button