Çalakiya greva birçîbûnê di roja 39’an de dewam dike

Çalakiyên greva birçîbûnê ya ku li girtîgehên Tirkiyê li dijî tecrîdkirina Rêber Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan hat destpêkirin, di roja 39’emîn de, dewam dike. Pişî Mexmur û Kobanê li Yunanîstanê jî kurdan li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan dest bi greva birçîbûnê kirin.

Çalakiyên greva birçîbûnê ya ku girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê di 27’ê Mijdara 2020’an de li girtîgehên dewleta Tirk li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan û binpêkirinên mafan hat destpêkirin roj bi roj mezin dibe.

Çalakî li dehan girtîgehan bi beşdariya 2500 dîlgirtiyên azadiyê di roja 39’emîn de didome.

Piştî çalakiyê hate ragihandin ku zexta li ser girtiyan jî zêdetir bûye.

Gîrtiyên di çalakiyê de bi rêya malbatên xwe ragihandin ku li girtîgeha Tarsûsê xwê, şekir û lîmonê nadin girtiyan.

Li Girtîgeha Kandirayê jî bi awayekî keyfî cezayê dîsîplînê li girtîyan tê birîn

Greva li Mexmûrê di roja 18. de ye 

Çalakiya greva birçîbûnê ya li wargeha Penaberan a Mexmûrê a dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan, 18 roj li pey xwe hişt û bi koma 9’an dewam dike.

Çalakvanan bang li hemû gelê Kurd kirin ku piştgiriya berxwedana girtiyan bikin û têkoşînê bilind bikin.

Çalakiya greva birçîbûnê li Yewnanistanê jî dest pê kir 

Li kampa ku penaberên Kurd lê ne ya li bajarê Lavrîo ya Yewnanistanê, ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan greva birçîbûnê dest pê kir.

Çalakî bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Tevgera Jin ên Kurdistanê ya Ewropayê û Navenda Çanda Kurdistanê bi komên ji 8 kesan ji bo 5 rojan bi dorvegerî pêk tê.

Koma destpêkê vê sibehê bi daxuyaniyekê dest bi çalakiyê kir.

Komê di daxuyaniya xwe de balkişand li ser tecrîda li Îmraliyê diyar kir ku niha li îmraliyê sûcekî mirovahî pêk tê ew li hember vê sûcê nema dikarin bêdeng bimînin.

Çalakvanên ku beşdarê grevê bûne banga berpirsyariyê li civaka navneteweyî kirin û diyar kirin ku hîn greva birçîbûnê negihiştiye asteke metirsîdar, divê bikevin nava tevgerê û li dijî tecrîdê bêdeng nemînin.

Back to top button