Ciwanên Kobanê li dijî tecrîdê daketin qadan 

Ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan û piştgiriya girtiyên di zindanên Tirkiyê de, ciwanên li Kobanê meşek li dar xistin.
Çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger a Herêma Firatê jî, di roja 2’an de didome.

Bi armanca rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan û piştgiriya girtiyên di zindanên Tirkiyê de, Ciwanên Kobanê meşek li dar xistin.

Meş bi dirûşma “Bi ruhê berxwedana zindanan em ê kompiloyê têk bibin bi Rêber Apo re azad bijîn” hat li darxistin.

Meşê ji qada Jina Azad dest pê kir û li qada Şehîd Egîd rawestiya.

Ciwanên ku tevlî meşê bûn gotin bi berxwedanê emê tecrîdê bişkînin.

Li Kobanê çalakiya greva birçîbûnê de roja 2’emîn de ye 

Çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger jî ku bi pêşengiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê ji bo piştigiriya çalakiya greva birçîbûnê, hatiye destpêkirin bi dirûşma “Dem dema azadiyê ye, êdî bes e ji tecrîdê re, azadî ji bo Rêber Apo” re didome.

Di roja 2’emîn a çalakiyê de Tevgera Ciwanên Şoreşger, Yekîtiya Jinên Ciwan, Meclîsa Herêma Firatê, Rêveberiya Kantona Girê Spî û Eyn Îsayê dewir girtin.

Çalagerên greva birçîbûnê, têkoşîna girtiyên li zindanan silav kirin û gotin: “Heta ku em Rêber Apo azad ne-bînin emê ranewestin. Em bi têkoşîna xwe bawer in, loma dê serkeftin ya me be.”

Back to top button