Cenazeyê Şehîd Beşar Ehmed li Qamişlo hat veşartin

Bi sedan şêniyên Qamişlo, cenazeyê Şehîd Beşar Ehmed li goristana Şehîd Delîl Saroxan oxirkirin.
Hêzên Rizgariya Efrînê jî nasnameya Ş. Gîvara Efrîn eşkere kirin.

Doh Navenda Çapemeniya Giştî ya Hêzên Asayîşê, ragihand ku 2’ê Çile endamê wan Beşar Nayif Ehmed dema li ser ereka xwe ya parastinê bû, di encama qezayek trafîkê de şehîd bû.

Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo ji bo oxirkirina Ş. Beşar Ehmed, merasîmek pêk anî.

Piştî rêzgirtin, kesên axivîn gotin, Ş. Beşar bi rihê berxwedanê ji bo welatê xwe têkoşiya.

Piştî axaftinan, nasnameya şehîd hat xwend û radestî malbatê hat kirin.

Cenazeyê Ş. Beşar di nav tilîliyên dayikan û diruşmeyan de hat oxirkirin.

Back to top button