Li bajarê Reqayê mayînek di erebeyekê de hatibû bicihkirin teqiya, di encamê de 2 kes birîndar bûn.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Reqayê ragihand mayînek di erebeyekê de hatibû bicihkirin teqiya û di encamê de du kes birîndar bûn.
Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Reqayê: “Pisporên me yên endizyariya mayînan tavilî çûn cihê teqînê yê nêzî parka Spî, ji bo parastina şêniyan derdora cihê teqînê girtin û lêgerîn dan destpêkirin.”
Di daxuyaniyê de hate gotin ku herdu birîndar rakirin nexweşxaneyan û rewşa wan baş e.