Hewldanên dagirkirina navçeya Eyn Îsayê ranawestin û êrîşên Artêşa Tirk a dagirker careke din li ser gundê Mielek û rêya M4 hebûn.
Şevê din dagirkeriya Tirk, gundê Mielek ê bakurê rojavayê navçeya Eyn Îsa û rêya M4 bi dijwarî topbaran kirin.
Her wiha çeteyên Tirkiyê gundê Qurtwêran ê Babê jî bi çekên giran topbaran kirin.
Çeteyan gundê Qurtwêran ê rojhilatê Babê topbaran kir
Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku çeteyên dewleta Tirk ên li gundên Şêx Nasir ê dagirkerî bi cih bûne, gund Qurtwêran ê rojhilatê bajarê Babê bi çekên navîn topbaran kirin.