YAT çeteyekî DAIŞ’ê yê Iraqî li Hesekê girt

Yekîneyên Antî-Teror “YAT”, çeteyekî DAIŞê yê şaneyên veşartî li gundewarên Hesekê bi operesyonekê girt.

Yekîneyên Antî-Terorê “YAT”, duh li gundewarên Hesekê li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê operesyonek taybet pêk anî.

Di vê operesyonê de, çeteyekî DAIŞ’ê yê bi navê B.Z ê 30 salî ku bi eslê xwe Iraqî ye, hat girtin.

YAT bi vî çeteyî re gelek belege û dîmenên girêdana wî bi şaneyên din ên DAIŞ’ê re, bi dest xistin.

https://youtu.be/Jz2pz-J6iaI

Back to top button