Çiyakurd: Armanca dewleta Tirk ne tenê Eyn Îsa, armanca wê berfireh e

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Bedran Çiyakurd destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk ne tenê dagirkirina Eyn Îsa, belê Kobanê, Minbic û Cizîrê jî di rojeva wê de ye. Çiyakurd bang li gel kir ku hişiyar bin, piştgiriya QSDê bikin û asta têkoşînê bilind bikin.

Bedran Çiyakurd, da zanîn ku armanca dewleta Tirk a dagirker ne tenê Eyn Îsa, armana wê fireh e.. û Kobanê, Minbic û herêmên Cizîrê jî di rojeva wê de ye.

​​​​​​​Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiyakurd, planên dewleta Tirk û Rûsya yên li ser Eyn Îsayê, ji ajansa nûçeyan ANHA’yê re eşkere kirin.

Çiyakurd bi bîr xist ku Eyn Îsa navendek rêvebirî û siyasî ji bo Rêveberiya Xweser bû û anî ziman ku bi dagirkirinê re dixwazin bibejin ku “Me cihê Rêveberiya Xweser dagir kir û me dawî li projeya wan anî”.

Ji bo pêşîlêgirtina li pêkanîna planan, Çiyakurd gel hişiyar kir ku, hemû tedbîrên xwe bigirin, piştgiriya QSDê bikin û asta têkoşînê bilind bikin.

Bedran Çiyakurd: Divê Rûsya dawî li dagirkeriya dewleta Tirk bîne

Çiyakurd dubare teqez kir ku wan bi Rûsyayê re tu lihevkirin li ser radestkirina Eyn Îsayê ji bo hikumeta Şamê çênekirine û vê yekê napejirînin.

​​​​​​​Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser dibêje:

“Wê Eyn Îsa di bin siya Rêveberiya Xweser û hêza xwe ya parastinê, QSD’ê de bimîne.

Ev hewldanên radestkirina Eyn Îsa ji bo hikumeta Şamê ne pêkan e, ji bo çareseriyê jî nabe berdêl.

Ya rast ew e ku Rûsya bi berpirsyariya xwe rabe û zextê li Tirkiyê bike ku girêdayî peymana agirbest bimîne.

Divê Rûsya bi cidî kar bike û dawî li dagirkeriya dewleta Tirk bîne.”

Çiyakurd destnîşan kir ku eger aramiya herêmê têk biçe wê bibe sedema ku hêzên terorîst sûdê jê wergirin û xwe bi rêxistin bikin.

Bedran Çiyakurd: Hikumeta Şamê ne amade ye ku bi ti kesî re diyalogan bike

​​​​​​​Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser anî ziman ku hikumeta Şamê bi hişmendiya xwe rê li pêşî li diyalogan xitimand û herî dawî li Cinêvê jî diyar bû ku hikumeta Şamê ne amade ye bi tu kesî re diyalogan bike.

Bedran Çiyakurd: Rûsya ne xwedî proje û nêrîna çareseriyê ye ku diyalog bi pêş bikeve

Çiyakurd Rûsya jî bi astengkirina vê yekê tawanar kir, ku dibîne ew jî ne xwedî proje û nêrîna çareseriyê ye.

Li gorî ​​​​​​​Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber, Rûsya bi vê siyaseta niha wekî hinek aliyan bi hinek aliyên din bitirsîne, her bazaran bike, ji bo demên kurt kar bike, li dijî hêzên din xwe bi cih bike, lewra alozî kûrtir dibe û ev yek jî nakeve xizmeta aramî û pêvajoya heyî.

Back to top button