Lûtkeya 41 ya Meclisa Hevkariya Kendava welatên Erebî, dest pê kir.
Lûtke îro li bajarê El’ula yê Erebistana Siûdî, tê lidarxistin.
Bi awayekî taybet, wê bernameya nuklerî ya Iranê û hevkariyên stratejîk ên herêmî û navneteweyî, li ser maseya lûtkeyê bin.
Piştî vekirina sînorê di navbera Siûdî û Qeterê de ku nêzî 4 salan ji ber piştevaniya wê ya bi terorê re hatibû girtin, ya dawî dê li lûtkeyê hazir bibe.