Li Reqayê kesine nenas êrîşî bendeke kontrolê ya Hêzên Asayîşê kir

Kesên nenas êrîşî bendeke kontrolê ya Hêzên Asayîşê li gundewarên rojhilatê Reqayê kir.

Kesên nenas şeva din saet di 01:00an de êrîşî bendeke kontrolê ya Hêzên Asayîşê li bajarokê El-Hemrat ê li rojhilatê Reqayê kir.

Li gorî ajansa nûçeyan a ANHA’ê, kesên nenas gule li endamên li ser benda kontrolê reşandine.

Têkildarî bûyerê heta niha Hêzên Asayîşê ti daxuyaniyên fermî nedane.

Duh jî, li gorî Navenda Ragihandinê ya heman hêzan, mayînek ku di erebeyekê de hatibû bicihkirin, teqiya û di encamê de 2 kes birîndar bûn.

Back to top button