“HIN SIVÎL LI CEM DAIŞ’Ê MANE, EM BI BALDARÎ PÊŞ DIKEVIN”

Qonaxa dawî ya têkbirina DAIŞ li Baxozê didome.
Fermandriya Pêngava Bagera Cizîrê, sedema dernegbûna gava dawî ya rizgarkirinê ji raya giştî re eşkere kir.
Li gorî daxuayniyê, DAIŞ hejmareke biçûk a sivîlan li gel xwe girtîye, ji lewre, şervanên QSD’ê bi dengekî bi pêş dikevin.

Fermandariya giştî ya Pêngava Bagera Cizîrê ragihand ku, ji bo rizgarkirina Baxozê dawî deverên di bin dagirkeriya DAIŞ’ê de operasyona wan dewam dike.

Fermandarî di daxuyaniyê sedema dermengebûna operasyonê zelal dike û wiha dibêje,

Ji bo rizgarkirin û parstina wan sivîlên ku DAIŞ’ê ew li cem xwe hiştine û wan weke mertlaên zindî bikar tîne, hêzên QSD’ê bi baldarî bi pêş dikevin.

Fermandariya Pêngavava Bagera Cizîrê teqez kir ku, wê di demeke kin de, operasyona rizgarkirina Baxozê bi dawî bibe.

Leave a Reply

Back to top button