Li wargeha penaberan ya Dihokê 2 jinên ciwan dawî li jiyana xwe anîn

2 Jinên ciwan yên Êzidî ên bi navê Ehlam Xêro û Esmehan li wargeha penaberan ya Dihokê, dawî li jiyana xwe anîn. Li navçeya Karte-peyê jî jineke ji ber ku xwest cihê bibe hate kuştin.

Niha bi hezaran kesên ji ber şer ji cih û warên xwe bûne li kampên Başûrê Kurdistanê yên mîna Domîz, Şarya, Roj û her weke din bi cih bûne.

Lê roj nîne ku siyasetên taybet li ser wan kampan neyê meşandin.

Kesên ku di kampan de ji şert û mercên tê de bi gazincin.

Ji derveyî wê jî leyîstokên ne exlaqî li ser jinan pêk tînin.

Jinan ji bo xwe kar tînin, destdirêjî li wan tê kirin.

Li gorî hinek agahiyan jî fihoş jî lê tê kirin.

Ji ber wan sedeman kuştin û xwe kuştina jinan zêde dibin.

Herî dawî li kampa Şarya a penaberan ya li Dihokê, jinek ciwan a Êzidî ya xelkê bajarokê Til Ezêr Ehlam Xêro ya 15 salî dawî li jiyana xwe anî.

Heya niha sedema xwekuştina jina ciwan nayê zanîn.

Her wiha jina ciwan a Êzidî Esmehan ya 20 salî jî li wargeha penaberan ya Îsyan a li Dihokê dawî li jiyana xwe anî.

Esmehan zewicî bû û ev demeke dev ji hevjînê xwe berda bû.

Polîsan derbarê bûyera her 2 jinan de dest bi lêkolîn kir.

Hêjayî gotinê ye ku Esmehan piştî êrişa çeteyên DAIŞ ya 3 Tebaxa 2014’an, bi malbata xwe re ji komelgeha Sîba Şêx Xidir penaberî wargeha Îsyan ya li navçeya Şêxan a ser bi Dihokê ve bibû.

Li navçeya Kartepeyê jineke ji ber ku xwest cihê bibe hate kuştin

Li navçeya Kartepe ya Kocaeliyê, Jina bi navê Sevda Kosecîk ji ber ku xwest cihê bibe ji aliyê hevjînê xwe Îsa Kosecîk ve hate kuştin.

Back to top button