Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê qedexeya beşî heya 19 Çile hat dirêjkirin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî li tevayî herêman, qedexeya derketina derve ya beşî heya 19 çileyê dirêj kir.

Qedexeya beşî li hemû herêmên Rêveberiya Xweser ji îro û pê de heta 19 Çileyê dê were dirêj kirin.

Li gorî biryarnameyê, wê hemû dikanên firotina kelûpelên xwarinê ji bilî sûkan, heta saet 5 piştî nîvro vekirîbin.

Hemû saziyên Rêveberiya Xweser, dibistan û zanîngeh jî wê werin vekirin, lê hemû cihên olî girtî bimînin û kombûyîn jî wê qedexe be.

Di biryarnameyê de Rêveberiya Xweser bang li welatiyan kir ku divê tedbîrên xweparastina kesayetî bê girtin û li gorî bîryaran tevbigerin.

Back to top button