PDK’ê çeperên xwe li ser sînorê Rojava zêde dike û navendên nû ji bo ku hêzên xwe li ser çekên giran perwerde bike, ava kir.
PDK’ê baregeheke leşkerî û qadek ji bo perwerdekirina endamên xwe li hemberî gundê Fîş Xabûr ê li nêzî deriyê Sêmalka ava kir.
PDK’ê bi dehan dar birîn û gelek malên şêniyên gundê Fîş Xabûr ên Keldanî rûxandin da ku navend û qadên perwerdeyê ava bike.
Hêjayî gotinê ye ku dema endamên PDK`ê bi şev perwerdeyê dibînin, sloganên bi zimanê erebî berz dikin.
Tê gotin ku dewleta Tirk amadekariyan dike ku çeteyên xwe yên li Sûriyê bişîne Başûrê Kurdistanê.