Îran..Tahran ji bo 2 rojan wê manewrayên leşkerî bi dronan pêk bîne

Di wextekê de ku hîna merasîmên Fermandarê Feyleqa Qudusê Qasim Suleymanî yên di êrîşeke Amerîka ya bi dronê kuştî tên kirin, Îranê wê bi dron û balefirên şer dest bi nanewrayeke leşkerî kir.

Îran û hêzên herêmî yên piştevaniya wan dike, li Kendavê di nava sala dawiyê de, li Yemen, Sûriye, Iraq û Kendava Hurmuzê girîngî daye li ser balefirên bêpîlot.

Li gorî ajansa Fars ya nûçeyan, hêzên bejahî yên Îranê, li naverasta wilayeta Semnan ji bo manewreyek leşkerî ya 2 rojan wê balefirên şer bikar bêne.

Îranê tevî astengiyên girtina çekan ji welatên derve, hêza xwe ya zêde daye çêkirina çekên navxweyî.

Balkêşe ku manewreya bi dron û balefirên şer piştî salvegera kuştina Qasim Suleymanî bi 2 rojan pêk hat.

Back to top button