Trump: Demokrat dixwazin Seneto û Koşka Spî ji me bidizin

2 hem di ser hilbijartina serokatiya Amerîkayê re derbas bû. Lê roj derbas nebû ku ev hilbijartin di rojevê de bimêne.

Di navbera Donald Turmp û Joe Biden de rojane tewanbarî û pevçûn hebû. Di di van 2 rojên dawiyê de ev yek pir zêde bûye.

Li eyaleta Georgia wê hilbijartin were nukirin. Trump got, Demoktar dixwazin Seneto û koşka Spî ji me bidizin.

Di hilbijartina serokatiya DYA ya 3 Mijdarê de, ji ber li eyaleta Georgia ti aliyekê nekarî ji sedî 50 zêdetir dengan bidest bixwe hilbijartin îro pêk tê.

Li eyaleta Georgia dura duyemîn ya hilbijartina Senetoya sibe wê pêk were.

Ji bo vê yekê careke din partiya Demokrat û Komarparêz ketine tevgerê.

Serokê Partiya Komarparêz û serokê niha yê DYA Donald Trump beriya hilbijartinê di mitînga li bajarê Dalton de axivî.

Trump diyar kir ku ya rast ew di hilbijartina li Georgia de biser ketine û ev tişt anî ziman:

Ti egeriyek ya windakirina me li Georgia nîne.

Di hilbijartinê de fêlbazî hebû.

Trump daxuyakirin ku ew bawer dike di tura duyemîn y ahilbijartina Senetoyê de wê careke din Komarparêz li herêmê piraniya dengan di destê xwede bigre û wiha got:

Demokrat dixwazin Senato û koşka Spî ji me bidizin.

Em rênadin vê û wê heta dawiyê şer bikin.

Trump îdia kir ku di hilbijartina 3 Mijdarê de nelirêtî pêk hatine û wiha domand:

Ger em niha tiştekê nekin wê careke din li welat hilbijartineke biedalet pêk neyê.

Di destê me de xeta dawî ya parastinê kursiyên Senatoyê ne.

Em xwedî li van derbikevin.

Herin û dengê xwe bikar bînin.

Hilbijartina tura 2. a Georgia wê dengeyan biguhere

Di hilbijartina 3 Mijdarê de ji 100 kursiyên Senatoyê, 50 Komarparêz û 48 jî Demokratan qezenc kiribû.

Li rewşa qezenkirina kursiyekê jî wê Komarparêz di Senetoyê de bikarin jimara xwe ya zêde biparêzin.

Li gorî vê wê Biden di pêkanîna polîtîkaya xwe de zoriyan bibîne.

Di senaryonek din de, ger li eyaletê Demokrat 2 kursiyên din bidest bixin vê carê wê dengeya heyî Cîgira serok a Demokrat Kamala Harris wê biguhere.

Harris wê bixwaze serokê Senato dawî li erka xwe bêne û piranî wê bikeve destê Demokratan.

Ger Seneto bikeve destê Demokratan, wê bikarin Meclisa Nuneran, Seneto û hem jî koşka Spî li gorî daxwaza xwe birêve bibin.

Back to top button