KCK’ê: Gelê me wê xwedî li doza hevrê Rûbar, Xelîl û Mûrad derkeve

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi boneya salvegera şehadeta Endamên Tevgera Azadiya Kurdistanê Rûbar, Xelîl û Mûrad daxuyaniyek nivîskî da û got:
Gelê Kurd û Tevgera me, wê van lehengan ji bîr nekin û emê xwedî li doza wan derkevin.

KCK’ê bi boneya salvegera Huseyîn Poyraz, Nîhat Ayaz û Ehmed Kiliç ên 6’ê Çileya sala 2017’an, di encama êrîşên hewayî de şehîd bûbûn daxuyaniyek nivîskî da.

KCK’ê got:

Hevrên me di têkoşîna şoreşgerî û azadiyê bi biryardarî, gelek erk bicih anînin û li gelek qadên jiyanê têkoşîn kirin.

Di afirandina giyan, kesayat û nasnameya tevgera me ya azadiyê de rola diyarker ya van hevrêyên fedakar heye.

Ev hevrêyên me, ji bo geşbûna têkoşîna me û domdarbûna wê, xwedî kedeke zêde ne.

KCK’ê dawiyê got:

Gelê Kurd, Tevgera Azadiyê jî wê van lehengan ji bîr neke, zor û zehmetî çi dibe bila bibe, ewê li doza wan xwedî derkevin û têkoşîna wan bighîne serketinê.

Back to top button