Nêzî 63 hezar welatiyên Tîgrayê kuçberî Sûdanê bûne

Li ber şerê di navbera artêşa Etyopya û Eniya Rigariya Gel a Tîgarayê de, jimara koçberên ji herêmê gihiştine Sûdanê nêzî 63 hezarî bûne.

Li gorî rapora Komseriya Koçberan ya girêdayî Hikumetê, li xala derbasbûna Hemdayit ya eyaleta Kesele 44 hezar û 53, li 8 xalên li eyaleta Kadarif ya bajar jî 18 hezar û 578 koçber derbasî Sûdanê bûne.

3 Mijdarê hêzên Eniya Rizgariya Gel a Tîgarayê (TPLF) êrişî xala fermandariya artêşa Eyopya ya li bakurê welat kiribû.

Li ser vê yekê di 4’ê Mijdarê de, serokwezîrê Etyopya Abiy Ehmed fermana şerê li dijî hêzên Tigrayê da.

Hêzên Tîgrayê radestbûn nepejirandibin.

Di encama şerekî de paytexta Tîgray Mekelle jî 28 Mijdarê ket destê artêşa Etyopyayê.

Serokwezîr Ehmed piştî Mekelle kontirol kirin, daxuyaniyek da û got, ewê tevahî sucdaran bigrin û derxin pêşberî dozgeriyê.

Li Sûdanê zêdeyî milyonek koçber hene

Li Afrîka welatê herî zêde barê koçberan rakiriye jî Sûdane.

Piraniya xwe li Başûrê Sûdanê zêdeyî milyonek koçber li welat hene.

Back to top button