Qeyûm zilam tayînî Miduriyeta Jinê kir

Hukumeta AKP’ê, bi rêya erkdarkirina qeyûman, rojane dest datîne li ser vîna gel. Vê carê jî qeyûmê Şaredariya Bêgiriyê a Wanê, zilamek li Miduriyeta Xizmeta Jinan û Malbatê erkdarkir.

Qeyûmên ji aliyê Wezareta Karê Hûndir ve tayînî şaredariyên dibin rêveberiya HDP’ê hatin kirin.

Li gel xebatên giştî, mudaxilekirina miduriyet û yekineyên ji bo xizmet û polîtîkayên jinan hatine avakirin, dewam dikin.

Qeyûman heya niha gelek miduriyetên jinan girtin, bê erk hiştin.

Bi vê yekê re, li hin şaredariyan, zilam tayînî yekîne û miduriyetên jinan kirin û niha zilam rêveberiya xebatên jinan dikin.

Herî dawî jî, qeyûmên Şaredariyên Colemêrg û Navçeya Bêgirî ya Wanê destdanîn ser miduryeta jinan.

Qeyûmê Şaredariya Colemêrgê, berî demekê, Ayhan Tunç ê Midûrê Karê Çand û Civakî bû, ji bo Midûriyeta Xizmeta Jin û Civakê peywirdar kir.

Qeyûmê Şaredariya Bêgiriyê jî, di Civîna Meclîsa Şaredariyê ya meha Mijdarê ya sala 2020’an ku bi hin karmendên şaredariyê re li dar xist de, Midurê Navenda Perwerdeya Gel a Navçeyê Bunyamîn Polat, ji bo Miduriyeta Xizmeta Jinan û Malbatê peywirdar kir.

Di heman demê de, hat zanîn ku di civînê de, derbarê binyad û rêbazên bingehîn ên xebatên Miduriyeta Xizmeta Jin û Malbatê de jî, guhertinên nû hatine kirin.

Back to top button