
Li dijî êrîşên dewleta Tirk yên li ser Eyn Îsayê bi sedan mamoste û xwendekarên Minbicê meşiyan.
Mamosteyan êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin û diyar kirin ku ew li pişta QSD’ê ne.
Ciwanên Şoreşger ên Minbic, Reqa û Tebqayê jî serdana Meclisa Leşkerî ya Girê Spî a ku navenda wê li Eyn Îsayê ye, kirin.
Li dijî êrîşên dewleta Tirk yên li ser Eyn Îsa nerazîbûn û çalakî dewam dikin.
Bi sedan mamoste û xwendekarên Minbicê meşek bi slogana “Em ê bi pênûsên xwe şerê terorê bikin û dagirkeriyê têk bibin” li dar xist.
Piştî ku meş veguherî mitîngê Mamoste Emîne Ehmed bi navê mamosteyan axivî, êrîşên dewleta Tirk şermezar kir û got,
Dewleta Tirk û çeteyên wê hewl didin ku senaryoyên Efrîn, Serêkanyê û Girê Spî careke din pêk bînin.
Ciwanên Şoreşger serdana Meclisa Leşkerî ya Girê Spî kir
Li aliyekî din şandeyeke Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Minbic, Reqa û Tebqayê serdana Meclisa Leşkerî ya Girê Spî a ku navenda wê li Eyn Îsayê ye kirin.
Ciwanan berxwedana şervanan li dijî hemû êrişên li dijî navçeyê pîroz kirin û teqez kirin ku ew piştgiriya şervanan dikin.
Di serdanê de, endamê rêveber ê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Minbicê Nasir El-Xalid daxuyaniyek da.
Ciwanan berxwedana şervanên QSD’ê li hemberî êrişên li ser navçeya Eyn Îsayê, silav kir.
Her wiha bang li ciwanên Sûriyê kirin ku piştgiriya berxwedana Hêzên Sûriya Demokratîk a li hemberî dagirkeriya Tirk bikin.
Ciwanan bêdengiya navneteweyî jî şermezar kir û diyar kirin ku ev bêdengî îsbat dike ku ew hevkarê dewleta Tirk a dagirker in.
Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî, Tevgera Ciwanên Şoreşger spas kir.