Dozgeriya Îngilistanê: Wê Assange radestî Amarîkayê neyê kirin

Daxwaza lêvegerandina sazûmankarê Wîkîleaksê Julîan Assange ya Amerîqayê hat redkirin.

Doh di doza ku sazûmankarê Wîkîleaksê û rojnameger Julîan Assange bi sûcdariya “sîxûrtî” û “belavkirina agahiyên veşartî” tê darizandin de biryar derket.

Danişîna dozê, li paytexta Îngilistanê Londonê hat dîtin û rojanamevan û rêxistinên maf negirtin danişînê.

Di danişînê de şandeya dadgehê biryara redkirina lêvegerandina Assange da.

Ev biryar ji aliyê kesên ku ji bo piştevaniya Assange li ber edliyeyê kom bûn ve bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin.

Heke Assange li Amerîqayê bihata vegerandin dibûya ku heta 175 salan cezayê girtîgehê bigirta.

Parêzerên Assange diyar kirin ku ev biryar ne bes e û divê demildest Assange were berdan.

Back to top button