NAMZETÊN HDP’Ê LI MÊRDÎN, MÊRSÎN Û HATAYÊ LEZ DAN XEBATÊN XWE

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê xebatên hilbijartina herêmî yên 31’ê Adarê didomin.
Hevserokên Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî û Perwîn Buldan tora gerên xwe yên ji bo hilbijartinê didomînin.
Temelli, li Bazîdê bersiv da Erdogan û got:
“Em naçin tu derê. Em li vir in.
Em ê di 31’ê Adarê de biçin ser sindoqan.”

Namzetên HDP’ê yên hevşaredariyan xebatên hilbijartina Herêmî bi lez û bez didomînin.

Ji bajarên mezin bigire heta gund û mezrayan lez dane xebatên xwe û daxwaza piştevaniyê ji gel dike.

Namzet her cihê ku diçinê bi kêfxweşî ji aliyê gel ve tên pêşwazîkirin.

Namzetên HDP’ê yên Hevşaredariya Mehsertê; Nisîbîn, Şemrex , Qoser , Kerboran , Midyad, Stewr , Mêrsîn û Hatayê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de civînên gel li darxistin û serdana dikandar û malan kirin.

Her wiha namzetan li pirsgirêkên xelkê guhdar kirin û piştî behsa xebatên xwe kirin piştgirî xwestin.

BÛLDAN: ME LI HER DEVERA VÎ WELATÎ KOK DAYE

Rawestgeha baskê Hevseroka Giştî yê HDP’ê Pervîn Buldan û şandeya wê piştî tura Botanê îro li bajarê Colemêrgê bû.

Pervîn Buldan li gel Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadiyê, Serokê Giştî yê PDK-Bakur û Parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Saît Dede çûn navenda Colemêrgê.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê li Colemêrgê axivî û li dijî hedefgirtina partiya xwe got:

“Dibêjin ‘terk bikin.’ Xwe mîna Maho axa dibîne.

Qey dibêjî ev der gund e.

Qey tu dibêjî me ji gundê xwe diqewirîne.

Ev bajar û ax yên me ne. Me rehên xwe berdaye her devera vî welatî.”

Buldan û şandeya pê re piştî Navenda Colemêrgê derbasî Navçeya Geverê bûn.

TEMELLÎ: EM LI VIR IN Û DI 31’Ê ADARÊ DE EM Ê BIÇIN SER SINDOQAN

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî jî, li Bazîdê ji aliyê hezaran kesî ve hat pêşwazîkirin.

Temelli, li Bazîdê bersiv da Erdogan û wiha got:

“Em naçin tu derê.

Em li vir in. Em dê di 31’ê Adarê de biçin ser sindoqan.

Paşê li ser daxwaza gel Temellî demekê bi gel re meşiya û pişt re bi karwanek mezin derbasî navçeya Giyadînê bû.

ÎRMEZ: EM Ê BAJARÊ XWE JI QEYÛMAN PAQIJ BIKIN

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê xebatên ji bo hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê didomin.

Yek ji bajarên ku dengên sexte lê hatine qeydkirin, Şirnex e.

Hevserokê HDP’ê yê Şirnexê Zekî Îrmez li ser mijarê axivî û got,

Ji derveyî gelê xwe bendewariya wan ji kesî nîne.

Bi vê hilbijartinê re em ê wan hemûyan ji bajarê xwe biavêjin.

Leave a Reply

Back to top button