Atîna peymanek parastinê ya 20 sal bi Îsraîlê re îmze kir

Wezareta Parastinê ya Îsraîlê ragihand ku wan peymana parastinê ya bi Yunansîtenê re ku ji 1,68 milyar dolar pêk tê û wê 20 salan dewam bike erê kiriye.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê wezareta Parastinê ve hatî dayîn, rêveberiya Atîna wê balefirên perwerdê ji Îsralê bikire.

Di çarçoveya peymanê de, şîrketa pişesazî Elbit Systems a Îsraîl, li Yunanîstanê wê ji bo Hêzên Hewayî dibistanek perwerdê veke.

Her wiha wê Îsraîl 10 balefirên (M-346) perwerdê bifiruşe Atîna.

Peymana ku Yunsnîstanê ji bo 20 salan erê kirî, heta îro peymana parastinê ya herî mezin ya navbera aliyan de ye.

Têkildarî îmzekirina peymanê ti agahî nehatin belavkirin.

Wezîrê parastinê yê Îsraîlê Benny Gantz diyar kir ku ev peyman têkliyên herî xweş yên navbera aliyan nîşan dike.

Back to top button