Çeteyên dewleta Tirk li Serê Kaniyê bi hev ketin

Li Serê Kaniya dagirkirî çeteyên dewleta Tirk destdirêjî li jinekê kir, piştî bûyerê di nava çeteyan de şer derket.

Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku duh komên çeteyên dewleta Tirk li Serê Kaniyê bi çekên giran bi hev ketin.

Heman çavkaniyê diyar kir ku ev şerê çeteyan, piştî destdirêjiya li jinekê pêk hat.

Berî 2 rojan jî, çeteyan mêrek û 2 jin ji heman devera dagirkirî revandin.

Back to top button