Dagirkeran gundê Dirdara yê Til Temirê topbaran kir

​​​​Vê berbangê, dagirkeran berê topên xwe da Til Temirê û gundê Dirdara yê li bakurê navçeyê topbaran kir. 

Nûçegihanê me ragihand ku îro ji saet 4 berbangê û heta amadekirina vê nûçeyê jî, bi çekên giran gundê Dirdara yê tije sivîl, bû armanca êrîşên dagirkeriyê.

Ev gundê ku Til Temir bi Zirganê ve girêdide, ji gundê Mehmûdiyê û Enîq el-Hîwa yên ji hêla artêşa Tirk ve dagirkirî ne, tê topbarankirin.

Di êrîşa duh a li ser gundê Mielek ê Eyn Îsayê de jî, şervanên QSDê karîbû êrîşê bişkînin û erebeyek wan biteqînin.

Back to top button