Greva birçîbûnê di roja 41. De bi vîneke xurt didome

Greva birçîbûnê ya ku ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan, bi rihê berxwedanê di roja 4. de li dar e.

Greva birçîbûnê 27ê Mijdarê ji aliyê gitiyên PKK’ê û PJAK’ê ve hatibû destpêkirin, di roja 4. de ye.

Girtiyên di grevê de, destnîşan kir ku li gel zext û zordariyê jî heta tecrîd bi dawî nebe ew ê bi biryardarî çalakiya xwe bigihînin serî.

Girtiyan her wiha dubare bang li gel kir ku xwedî li çalakiya wan derkevin.

Greva birçîbûnê ya li Mexmûrê bi biryardarî di roja 20’an de ye

Li wargeha penaberan a şehîd Rustem Cûdî (Mexmûrê) jî li dijî tecrîda li Îmraliyê çalakiya greva birçîbûnê hatibû destpêkirin.

Çalakî li Komeleya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê di roja 20’emîn de dewam dike.

Girtiya bi navê Nûrcan Aslan banga piştgiriyê kir

Girtiya bi navê Nurcan Aslan ku ew jî di grevê de ye, bi rêya malbata xwe banga hestiyariyê kir û wiha got:

Şikandina tecrîtê azadiya Gelê Kurd e, azadiya me hemûyan e.

Dayika Nurcan Muzeyen Aslan jî got:

Ji bo girtî bijîn û bi serbikevin pêwîst e, em bêdeng nemînin.

Back to top button