ERDOGAN ESNAF BI GOTINA ‘TERORÎST’ SÛCDAR KIRIN

Bi nêzîkbûna hilbijartina herêmî re Hikumeta faşît a AKP’ê rêbazên xwe yên xapandinê ku timî di hilbijartinan de bi kar tîne , dîsa dest pê kir.
Vê carê jî AKP’ê li çend bajaran beriya hilbijartina Herêmî noqteyên çavdêriyê ava kir.

AKP’ê beriya hilbijartina herêmî li bajarên wekî Stenbol, Enqere, Bursa û Balikk-esîrê noqteyên çavdêriyê ava kir.

AKP’ê dixwaze bi van noqteyan, qaşo rê li ber buhabûna fêkî û sebzeyan bigire.

Tevî hemû noqteyên hatin avakirin jî lê li ser dezgehên bazar û markêtan , buhayê fêkî û sebzeyan nehate guhartin.

Ji ber vê sedemê Erdogan li dijî esnafan derket û esnaf bi gotina “terorîst” sûcdar kirin.

Esnafên bazaran ên li Stenbolê bertek nîşanî gotina Erdogan dan û gotin :

Eger Erdogan dixwaze bihayên hilberînan erzan bibe divê alîkariyê bide xwediyên hilberînan.

Gotinên wî êdî ji me re xerîb nayên.

Ji ber ku hemû gotinên wî ji bo propaganda hilbijartinê ye, me dike terorîst.

Leave a Reply

Back to top button