Li paytexta Fransayê banga tevlîbûna meşê hat kirin

Meclisên Kurdan li paytexta Fransa Parîsê, ji bo çalakiya ku wê di salvegera komkujiya 9’ê Çileyê de were lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.

Bi boneya salvegera Komkujiya Parîsê ku di 9’ê Çileya 2013’an de pêk hatibû, meclisên Kurdan li Parîsê meşekê li dar dixe.

Meclisan her wiha ji bo meş û mîtînga 9’ê Çileyê, afîş daliqandin û belavok belav kirin.

Li navenda Parîsê û navçe û taxên Drancy û Vîllîers-le-Belê jî bi rêya projeksiyonê, sînevîzyonên li ser jiyana Cansiz, Dogan û Şaylemez wê werin pêşkêş kirin.

Di vê komkujiyê de, ji damezrînerên PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez hatibûn kuştin.

Back to top button