
Bircên çavdêriyê yên gelek balafirgehên New Yorkê, nameyeke dengî ku tê de armanckirina avahiya Kongressê tê diyarkirin, wergirt.
Li gorî Tora CBS a Amerîkî, naveroka nameyê ew e ku balafireke sivîlî dê roja Çarşemê ango îro, avahiya Kongressê hemdemî civîna wê ya girêdayî hilbijartinan, armanc bike.
CBS’ê da xuyakirin ku nameya dengî, bi awayekî elektronîk hatiye sazkirin û li dû wê; ti gumanber tune ne.
Jixwe berî niha, fermandarê Feyleq El-Qudis a Pasdarên Îranê Ismaîl Qaanî gefên tolhildanê li hêzên Amerîkî xwaribûn, ku “dibe li hundirê Amerîkayê jî, kujerên Silêmanî û El-Muhendis bên armanckirin.”